Li Sîncanê çalakiya ‘NA’yê

Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder beşdarî mîtînga referandûmê ya li Sîncanê bû û got rewş wekî 7’ê Hezîranê ye.

Li Enqereyê rêxistina navçeyê ya HDP’ê ya Sîncanê di çarçoveya xebatên referandûmê de çalakiya “Gelê Sîncanê bi Nayê tên ba hev” li dar xist. Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Bîrsen Kaya û gelek rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Di çalakiyê de, hunermendên wekî Mazlûm Bager, Servet Dilgeş, Cemîl Ûsta û Mecît Bag jî beşdar bûn.


Beriya çalakiyê ligel ku endamên partiyê ji polîsan re gotin, em ê karê xwe yê ewlekariyê bikin jî polîsan ev yek qebûl nekir û beşdarên çalakiyê yeko yeko saxtî kir. Li pêşiya eywana çalakiyan bi dehan wesayîtên polîsên sivîl û otobusa polîsan jî heta dawiya çalakiyê sekinîn.


Piştî rêzgirtinê Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Bîrsen Kaya got ku, êdî em ê bi awayên xurt werin ba hev û em ê ‘Na’yê bi coş birêxistin bikin û axaftina xwe wisa domand, “Erdoğan li Amedê ji xwe re gotiye ez fedaîyê aştî û azadiyê me. Em jî jê re dibêjin bi bombeyên li Sirûc, Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Enqereyê te teqand, tu nikarî bibî fedaîyê azadiyê. Bi Rewşa Awarte re jixwe te azadî îmha kir. Bi dek û dolaban tu nikarî siyasetê bikî. Cenazeyê Dayê Taybet hê li ber çavên me ye. Wê gelê Kurd tu carî ji we  re nebêje erê.”
Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder jî axivî û got ku, “Li welatekî bi hezaran kesan biavêjin girtîgehê mirov nikare li wê derê bibêje terorîst heye. Li wê derê tiştekî din heye. Li tu dera cîhanê bi deh hezaran terorîst tune ye. Vî gelî li hemberî zilma we, ma paş ve gav avêt? Na, ev civîn her tiştî diyar dike. Ji ber ku rûmeta me ji nanê me pîroztir e. Şerefa me li ser her tiştî ye.”


Onder got ku “Ji Rojava heta Sîncanê xetek pêk tê” û axaftina xwe wisa domand, “Li pişt wê kedeke mezin heye. Gelek heval û hogirên me ji bo vî tiştî ketin girtîgehan. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Hemûyan ji bo cîhaneke aram, azadiyê li ber xwe dan. Dawiya berxwedan û azadiyê tune, lê dawiya zilmê heye. Roja ku me got ‘Êdî bes e’ ev zilm wê bi dawî dibe.


Niha ketine fikaran. Fikarên çi? Fikarên ku hesabên van tiştan ji wan were pirsîn. Tişta ku jê re dibêjin pergala seroktiyê encama van fikaran e. Daxwaza wan ev e ku dadger, dozger û Dadgeha Makezagonê ew bi destê xwe hilbijêrin û ji bo ku di vê pergalê de neyên darizandin û kes hesaban ji wan nepirsin.
Li welat atmosfera 7’ê Hezîranê heye. Ew nizanin ku gelê Kurd wê bibêjin çi, ew nizanin ku Kurdan di 7’ê Hezîranê de gotin çi. Rêjeya dengan bila dilê we reş neke. Dengê wan wê bi qasî yê 7’ê Hezîranê be. Yek deng li wê hejmarê zêde nabe. Divê em jî vê pêvajoyê baş binirxînin, ji ber ku dengê ‘Na’yê ew ê ji me re deriyên dahatûyê veke.”


Piştî axaftina Onder, ligel stranan çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.