Li Silêmaniyê çalakiya piştgiriyê ya ji bo Rojava

Li Silêmaniyê çalakiya piştgiriyê ya ji bo Rojava

Li Bajarê Silêmaniyê çalakiyeke pişgiriyê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Parka Baxê Giştî hat lidarxistin.

Li Bajarê Silêmaniyê duh ji bo piştgiriya ji Rojavayê Kurdistanê re di saet 19:00’an li Parka Baxê Giştî  bi deqiqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PYD’ê û posterên Şervanê YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane û tim bi dirûşmayên Bijî Berxwedana YPG’ê hatin berzkirin.

Di çalakiya pişgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê de birayê Şervanê YPG’ê Adil ku di şerê di navbera, komên çete yên girêdayî Artêşa Azad û Dewleta Îslamî/El-Nusra jiyana xwe ji dest da axivî û got: “bi boneya Cejna Berxwedan û Azadiya Gelê Kurd Cejna vejinê, bi rihê 15’ê Tebaxê bi germahiya Şoreşa Rojava berxwedana YPG’ê silav dikim”. Adil di berdewam axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Hukûmeta Herêma Kurdistan û wiha got: “Li hemû deverên Kurdistanê û cihên ku Kurd lê dijîn bi tundî komkujiya Rojava hat şermezarkirin, lê mixabin ev komkujî ji aliyê Hukûmeta Herêma Kurdistan ve nehat dîtin ango komkujî nehatiye ditin, bawer nakin li pey lîstikên qirêj digerin.”

Her wiha Endamê PÇDK’ê  Mihemet Abdullah Hêwî ji axaftinek kir û got: “Bi germahiya cejna vejînê ku Cejna Berxwedan û Azadiya Gelê Kurd di despêkê de li Mîmarê Azadiyê Rêber Apo û Têkoşerên Azadiya Gelê Kurd, şehîdên nemir û tevahî gelê Kurdistan pîroz be.” Hêwî di berdewama axaftina xwe de berxwedana YPG’ê silav kir û girtina deriyê sînor ê Sêmalkan şermezar kir.

Di çalakiya piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê de berdevkê Hemwelatiyên Azad û Yeksan  Dr. Bekir ji axivî û bêdengiya Hukûmeta Herêma Kurdistan a li hember Komkujiya Rojava şermezar kir. Dr. Bekir di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girtina deriyê sînor ê Sêmalkan û wiha got: “Gelê Rojava di nava şoreşek dîrokî de ye, bi hemû hêza xwe û tevî hemû zehmetiyan li ber xwe dide. Li aliyê din ji Deriyê Sînor ê Sêmalka girtiyê û ambargoyek li ser gelê me yê Rojava heye em vê şermezar dikin û banga xwedîderketinê li nirxên gelê Kurd dikin.

Her wiha Hunermend Rizgar Emîn axaftinek kir û bi tundî Girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka û Komkujiya Rojava Şermezar kir. Emîn da zanîn ku ew îxaneta herî mezin e ku mirov pişta xwe bide birayê xwe û li paş birayê xwe lîstikan bilîze.

Herî dawî Endamê PYD’ê Yusuf Kotî ji axaftinek kir û got: : “Bi germahî Cejna vejînê ku Cejna Berxwedan û Azadiya Gelê Kurd di destpêkê de li Mîmarê Azadiyê Rêber Apo û Têkoşerên Azadiya Gelê Kurd, Şehîdên nemir û tevahî Gelê Kurdistan pîroz be.” Kotî balkişand ser berxwedan gelê Rojava û got: Gelê Kurd her tim azadî û desketiyên xwe parastiye. Tevî şert û mercên herî zehmet ên jiyanê jî gelê me yê Rojava li ber xwe dide û berxwedanek bêhempa dide meşandin em vê berxwedanê silav dikin û dibêjin Bijî Berxwedan Gelê Kurd, Em ê tu caran destûr nedin ku kesek li ser nirxên me lîstikan bilîze em ê nebin amûrê lîstika dijminan.”