Li Silêmanî êrîşa çekdarî: Ji 2 birayan yek jê jiyana xwe ji dest da
Li Silêmaniyê du kurên Kebabçî Hasan Usta ku beriya niha cenazeyê wî li salona xwaringeha wî ya Silêmaniyê hatibû dîtin, rastî êrîşa bi çekan hatin. Yek ji birayan jiyana xwe ji dest da û yê din jî bi giranî birîndar bû.

Li Silêmanî, di dawiya meha Tebaxê de cenazeyê Kebabçî Hasan Usta ku li ber xwaringeha wî hatibû dîtin, du kurên wî rastî êrîşa bi çekan hatin.
Di êrîşa danê êvarê de yek ji birayan jiyana xwe ji dest da û yê din jî bi giranî birîndar bû.
Hate hînbûn ku asayîşa Silêmaniyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û heta niha tu kes nehatiye destgîrkirin.