BI DÎMEN

Nobeda Azadiyê di hefteya 656'an de ye: Em bi biryar in Rêberê xwe azad bikin

Çalakiya nobedê ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo li Strasbourgê dewam dike, di hefteya 656'an de ye.

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve çalakiya 'Nobeda Azadiyê' li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bidawîkirina tecrîdê tê meşandin.

Di hefteya 656'an a çalakiyê de ku her hefte komek ji welatekî cuda yê Ewropayê tevlî dibe, sê welatparêzên Kurd ên ji herêma paytexta Fransa Parîsê nobed dewr wergirtin.

Têkildarî armanca çalakiya nobedê ku Alî Çîmen, Mûstafa Demîr û Recep Oghan nobedar in, daxuyaniyek hate dayin.

Berdevkê komê Alî Çîmen got, "Reberê me 26 sal in tecrîdkirî ye. Em bi biryar in ku vê tecrîdê bişikînin."

Alî Çîmen got, "Em bang li her kesî dikin, bi taybetî gel û ciwanên Kurd dikin kux wedî li vê nobedê derkevin. Em bi biryar in ku Rêberê xwe azad bikin."