Li Şêxmeqsûd 5 leşker hatin kuştin

Li Şêxmeqsûd 5 leşker hatin kuştin

Li Taxa Şêxmeqsûd ku piraniya wê Kurdin, di navbera hêzên rejima Sûriye û şervanên YPG’ê de pevçûnê rû da. Di encama pevçûnê de 5 leşkerên rejimê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku duh hêzên rejîmê hewl daye ku ji deverên El Ewarit û Meqselêt Cezîre yên taxa Şêxmeqsud bikevin nava taxê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv daye û pevçûn derketiye. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, di encama pevçûnê de 5 leşkerên rejîmê hatin kuştin, 4 jî birîndar bûne û hêzên rejîmê neçar mane ku xwe paşve bikişînin.

YPG’ê ragihand ku, piştî pevçûnê hêzên dewletê ji Navenda Ceyş El Şeebî û Qişte Meheleb taxa Şêxmeqsud topbaran kiriye û car caran jî pevçûn di qewimîn.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG nahêle tu hêz li hemberî destkeftiyên gelê kurd destdirêjiyê bike.