Li Sêwasê bi hezaran kes ji bo Madimakê civiyan
Li Sêwasê bi hezaran kes li pêşiya Otela Madimakê civiyan a ku 33 kes lê hatibûn qetilkirin.
Li Sêwasê bi hezaran kes li pêşiya Otela Madimakê civiyan a ku 33 kes lê hatibûn qetilkirin.
Bi hezaran kesên ku li Sêwasê li ber Otela Madimakê kom bûyîn, daxwaza edaletê dubare kirin. Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen axivî û got, “Divê ji hişmendiya ku mirovan dişewitîne hesab bê pirsîn. Li hemberî 33 qurbaniyên vê komkujiyê berpirsyarî û deynê stûyê me ye ku em Tirkiyê bi hev re ava bikin.”
Bi boneya 25’emîn Salvegera komkujiya Sêwasê, bi hezaran kesê ku ji Tirkiye û her deverên cîhanê hatî, danê sibê li ber Cemxaneya li Taxa Alîbaba ya Sêwasê li hev kom bûn.
Girseya ku li vir bi hev re taştê xwarî, bi komî çûn ber otela ku 33 kes hatibûn şewitandin. Malbatên qurbaniyan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî, parlementerên HDP û CHP’ê û gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî bûn.
‘MAF, HIQÛQ, EDALET’
Di meşa ku Taxa Alîbaba destpê kirî de, wêneyên kesayetên jiyana xwe ji dest dayî û tembûr hatin hildan û dirûşmeyên, “Maf, hiqûq û edalet”, “Dewleta kujer wê hesab bide” hatin berzkirin. Ji destpêk heta dawiya meşê peyamên yekîtî û bi hevrebûnê hatin berzkirin û berxwedana Kawayê Hesinkar hate bibîrxistin.
Girseyê pankartên ku li ser “Silav be li kesên bi agir semahê digirin”, “Em ê nebin Elewiyên dewletê, “Bila Madimak bibe pêşangeha şermê”, “Edalet wê bi destê gelan pêk bê” nivîsandî hildan. Her wiha girseyê pankarteke ku li ser “Ji bo Dersimê, ji bo Gurgumê, ji bo Çûrûmê, ji bo Sêwazê, ji bo mirovahiyê” hate bilindkirin.
GIRSE HATE ASTENGKIRIN
Piştî meşê bi hezaran kes li pêşiya Otele Madimakê ya berê ku îro Navenda Çand û Zanîn ya Rêveberiya Taybet a Bajar e kombûn. Li pêşiya avahiyê polîsan bend danîn û tenê destûr dan ku nûnerên partiyên siyasî û malbatên cangoriyên qetlîama Madimakê biçin nêzî avahiyê bibin. Malbatan berê biryar dabûn ku heta otel nebe ‘muzeya şermê’ wê neçin avahiyê. Endamên partiyên siyasî û malbatan qurnefîl danîn cihê ku qetlîam lê çêbûyî.
BÎLGEN: EM DEYNDARÊ VAN 33 KESAN IN
Bîlgen got li pêşiya wan pirsgirêken cidî heye û wiha domand; “Ew jî bi hişmeniya ku mirovan dişewitîne re rû bi rû mayin û hesap pirsîn e. Welateke ku ji ber baweriyê ti ferq û cûdahî nine û hemû gel werin li ba hev; Li Tirkiyeyê ku jiyaneke azad û wekhev were pêkanîn û pêkanîna vê berpisyartiyê em deyndarê 33 can in.”
Bîlgen diyar kir ku hatina gel hev ya dînamîkên mûxalefetê li dijî cangoriyên Madimakê berpisyartiyek e û wiha got; “Tevî ku ji ser vê vahşetê re 25 sal derbas bûn jî hê bi vê re rû bi rû ne maye ev dewlet û ev yek jî şerma herî mezin a vî welatî ye. Ger di sala 1993’an de em bi vê vahşetê re rû bi rû bimana û ger me lêpirsîneke cidî, darizandineke bi bandor pêk bianiya, di heman demê de vêya di nava wijdana civakê de mehkum me bikira û di van 25 salan de wê me şahidiya bûyerên din yên tarî, şewitandina mirovan, qetilkirina mirovan nekiriba. Li vî welatî ger berê hemû dînamîkên mûxalefetê pêşbiryarên xwe derbas kirîba û li hev bicviya, li dijî cangoriyên Madimakê ev berpisyartiya wan ya wijdanî ye. Em weke HDP em ê vê hewldanê bikin û di nava lêgerînan de bin ev erk û berpisyartiya me ye.”
KAPLAN: DIVÊ BIBE MUZEYA ŞERMÊ
Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan jî wiha got; “Ev tam 25 sal e em li vir hesab pirsînê didomînin. Heta ku em vê derê nekin ‘Muzeya Şermê’ wê têkoşîna me bidome. Di 26’emîn a salvegerê de wê ev der bibe ‘Muzeya Şermê’.”
Merasîm bi gerandina semayê dewam kir.