Li Sêrtê ji bo hevşaredaran lêgerîna ‘Qanûna Ewlehiyê’

Yekem mexdûrên ‘Qanûna Ewlekariya Hundir’ ya ji aliyê AKP’ê ve hat amadekirin û tevî hemû nîqaşan hat qebûlkirin, hevşaredarên Dihê bûn.

Yekem mexdûrên ‘Qanûna Ewlekariya Hundir’ ya ji aliyê AKP’ê ve hat amadekirin û tevî hemû nîqaşan hat qebûlkirin, hevşaredarên Dihê bûn.

Li Sêrtê du wesayîtên polîsan, wesayîta Hevşaredarên Dihê Huseyîn Kiliç û Eda Kîlîs ku ji bo beşdarî bernameya Hefteya Rojbûna Pîroz bibin hatin bajar, şopandin. Wesayîtên di saetên 21.30’an de hatin ber avahiya xizmeta Şaredariya Sêrtê pêşiya wesayîtên ku hevşaredar û endamên meclîsê têde bû, birî.

Polîsan bi îdîaya ku ‘gumanbarê maqul in’ xwestin lêgerînê bikin û tevî hevşaredaran nasnameya xwe nîşan dan jî, wesayît hat lêgerînkirin.

DIVÊ GEL BERTEK NÎŞAN BIDE

Hevşaredar Kiliç bal kişand ser rayeyên ku ‘Qanûna Ewlekariya Hundir’ daye polîsan û got ku ger êdî polîs bi pêkanînên wiha nêzî hilbijarteyan bibin, em rewşa welatiyan nafikirin. Kiliç got: “Em şopandin. Piştre pêşiya wesayîta me birîn. Tevî me nasnameya xwe nîşan da jî ez kirim gumanbar. Ev jî nîşan dide ku qanûna nû çiqas bêpergal e. Divê ev qanûn li ber çavan bê derbaskirin. Divê gel bertek nîşanî vê bide.”