Li Serokatiya AKP’ê ya Wanê çi diqewime?
AKP li Wanê parçe dibe û hêza xwe winda dike. Endamên eşîra Kuresunnî bi hinceta ku di lîsteya namzetiyê de cih nedane wan, meşiyan avahiya AKP’ê.
AKP li Wanê parçe dibe û hêza xwe winda dike. Endamên eşîra Kuresunnî bi hinceta ku di lîsteya namzetiyê de cih nedane wan, meşiyan avahiya AKP’ê.
AKP li Wanê parçe dibe û hêza xwe winda dike. Endamên eşîra Kuresunnî bi hinceta ku di lîsteya namzetiyê de cih nedane wan, meşiyan avahiya AKP’ê. Hate hînbûn ku AKP’ê ji bo namzet Deger ya di rêza 6. de bûye namzet îstîfa bike, şantaja ‘Ji namzetiyê vekişe, an jî em ê tiştên têkildarî de dizanin aşkera bikin’ kirine.
DERB Û PROTESTO
Pîştî Serokatiya AKP’ê ya Wanê lîsteya namzetiyê aşkera kir nîqaşên destpê kirin didome. Destpêkê hat îdîakirin ku Fatîh Çîtfçî yê ku neketiye lîsteya namzetiyê bi malbata xwe re serokê AKP’a Wanê Zahîr Soganci derb kiriye şûnde, niha Kuresuniyên ku neketin lîsteyê û li Wanê 30 hezar hilbijêrên wan hene ji bo AKP’ê protesto bikin meşiyan avahiya AKP’ê.
Rêveberên AKP’ê piştî ku Çîftçî û malbata wî Soganci derbkirin, Çîftçî beralî kirin û hedef dikin ku ji eşîra Kuresunnî kesekî bicih bikin û dawî li nerazîbûnan bîne.
Rêveberiya AKP’ê ku ket nava lêgerîna formulê tê gotin ku ji bo namzet Ozger Burak Deger ya di 6. de îstîfa bike, zextan dike. Hat hînbûn ku ji ber Deger îstîfayê qebûl nake, şantaj lê têkirin.