Li Serêkaniyê sewqiyata leşkerî ya sînor

Li Serêkaniyê sewqiyata leşkerî ya sînor

Hate hînbûn ku artêşa tirk li Serêkaniyê ya Rihayê sewqiyata leşkerî pêk aniye.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin 25 wesayîtên leşkerî hatiye sewqkiri û wesayît anîne Fermandariya Hududa Cendermeyan a navçeyê.

Sewqiyata leşkerî piştî pevçûnên navbera hêzên YPG û komên girêdayê El Qaîdeyê ya li Serêkaniya cînar pêk hat û piştî YPG’ê di du hefteyê dawî de 4 gund girt bin kontrola xwe pêk hat.

Her wiha ev sewqiyat beriya ku bernameya BDP’ê ya ku ji bo piştevaniya şoreşa rojava ya li Serêkaniyê pêk tê, hat jiyîn.