Li Serêkaniyê şervanekî din ê YPG᾿ê jiyana xwe jidest da
Li Serêkaniyê şervanekî din ê YPG᾿ê jiyana xwe jidest da
Li Serêkaniyê şervanekî din ê YPG᾿ê jiyana xwe jidest da
Navenda Çapemeniyê ya YPG diyar kir ku, di pevçûnên li Serêkaniyê de şervanekî din yê YPG᾿ê jiyana xwe jidest daye.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di pevçûnên îro yên li Serêkaniyê de şervanê YPG᾿ê Rûbar Mihemed Emîn jiyana xwe jidest daye.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şervanê YPG’ê wiha ye:
Nav û Paşnav: Rûbar Mihemed Emîn, cihê dayîkbûnê: Serêkaniyê. Navê dayîkê:Xezal, navê bav: Beyar
Saziya Malbatên Şehîdan jî diyar kir ku, cenazeyê şervanên YPG’ê Rûbar Mihemed Emîn û Rûstem Elî ku duh li Serêkaniyê jiyana xwe jidest dabû, dê îro di demjimêr 17.30᾿an de ji ber Saziya Malbatên Şehîdan ya Dirbêsiyê bê wergirtin û li Goristana Şehîd Rûstem ya li gundê Berkevirê bi merasîmekê bêndefin kirin.