Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar: Bi dehan êrîşkar hatine kuştin

Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar: Bi dehan êrîşkar hatine kuştin

Şerê li Serêknaiyê di seatên sibê de dijwar bûn û li gora agahiyên hatine bi dest xistin di şerê hate niha didome komên çektar bi dehan hatine kuştin û wesayîtek doçka li ser, wesayîtek dokçaya 23 li ser hatiye rûxandin. Her wiha di pevçûnan de endamekî Asayîşê ji jiyana xwe ji dest daye.

Li gor agahiyên nûçegîhanê ANHA’ê bidest xistine di şerê dijwar li derdorî Esfer Necar ya 3 km dikeve başûrê Serêkaniyê bi dehan çete ji wan komên çekdar ê  Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Cebhet El-Nusra  li derdora Esfer Necar de hatine kuştin û wesayîtek rûxandine.

Hate hînbûn ku YPG’ê çalakiya bersivdayînê li dijî komên çekdar ên li gundê Tiwêmiyê bi cih bibûn lidar xist û di encamê de bi dehan çekdar hatin kuştin û birîndarkirin û wesayîtek doçkaya 23 nîv li ser hate ruxandin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YPG’ê hatine bidestxistin di van pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin û endmekî Asayîşê jiyana xwe jidest daye.

Nasnameya endamê asayişê yê jiyana xwe jidest daye  wihaye:

Nav: Ciwan Sînan

Navê Bav: Ehemed

Navê Dayikê: Fatma

Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê 1991

Di 16’ê Tebaxa 2013’an li Serêkaniyê  jiyana xwe jidest daye.