Li Serêkaniyê bi hezaran kes ji bo Rojava dimeşin

Li Serêkaniyê bi hezaran kes ji bo Rojava dimeşin

Li ser banga KCD û BDP'ê bi hezaran kes li Serêkaniya ser xetê li hev kom bûn. Li gel tedbîrên leşkerî û polîsî, meşê destpê kir. Çalakger ji bo Ocalan, PKK û YPG'ê dirûşman diqîrin.

Beriya çalakiya piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ya KCD û BDP'ê, li ketin û derketina navçeya Serêkaniya ser xetê bi sedan polîsan nuqteyen kontrolê danîn. Polîs li hemû wesayîtên derbasî navçeyê dibin, digerin. Hat hînbûn di encama van lêgerînan de kesekî bi navê Abdûlakdîr Dogan bi hinceta der heqê wî de biryara "girtina rê" heye, hat binçavkirin.

Bi taybetî li qada derketina ji navçeya Wêranşarê li Derbasoka Nexweşxaneya Dewletê bi sedan polîsan li gel maşînên zirxî TOMA û Akrep nuqteyên kontrolê danîn.

Rayedarên Emniyetê diyar dikin ku der heqê çalakiyê de ti biryareke "qedexeyê nîne" û îdîa dikin ku nuqteyên kontrolê jî ji bo ewlekariya Hevserokên BDP'ê ne.

Gelek wesayîtên ji navçeya Mêrdîn Qoserê ketin rê, 40 kîlometre beriya bigihêje Serêkaniyê li nuqteya kontrolê ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Leşkeran, piştî kontrola wesayît û nasnameyan destûra derbasbûnê dan wesayîtan.

Piştî ku bi hezaran kes li Serêkaniya ser xetên hatin cem hev, meşê destpê kir. Tevî Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Cîgirên Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, 15 parlamenterên BDP'yî, şaredar, oldar, endamên dayikên însiyatîfa aştiyê bi hezaran kes li ber avahiya şaredariyê li ber sirûdên PKK û YPG'ê dirûşme qîriyan û govend gerandin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên, "Şoreşa Rojava şoreşa me ye", "Rojava Fîlîstîna Kurdan e", "Ya li Rojava li ber xwe dide sosyalîzm e", "Ziman çand e, erdnîgarî ye, nasnameye, beden e" yên bi zimanên Kurdî û Tirkî hatin vekirin û alên PKK, YPG, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Girseya gel bi dirûşmên ji bo Ocalan, PKK û YPG'ê ber bi Parka Uç Fîdan ve dimeşe. Di meşê de tedbîrên tund ên polîsan ên bi maşînên zirxî balê dikşînin.