Li seranserê Elmanyayê çalakiyên Kobanê

Li seranserê Elmanyayê çalakiyên Kobanê

Çalakiyên Kurdan ên li seranserê Elmanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û ji bo civaka giştî ya civaka navneteweyî piştgirî bide Kobanê, berdewam dikin. Kurdan di vê çarçoveyê de bi Rêxistina Efûyê re hevdîtin pêk anî. Li ber Perlementoya Eyaleta Dusseldorfê çalakiya protestoyi hate lidarxistin û li bajarê Bonnê jî li ber avahiya NY'yê çalakî hate lidarxistin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê, li gelek navendên Ewropayê çalakî tên lidarxistin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Kurdên li Eyaleta Ren Westfalya ya Bakûr (NRW) ya Elmanyayê dijîn û dostên wan, li bajarê Kolnê dabû destpêkirin, di roja sêyemîn de berdewam dike. Îro jî endamên Koma Berxwedan û gelek hunermendên din ên Kurd hatin serdanê.

Di çarçoveya greva birçîbûnê de, her roj çalakiyên cûda tên lidarxistin û îro jî gelek çalakî hatin lidarxistin. Koma ku çalakger jî di nav de bûn, çûn serdana Rêxistina Efûya Navneteweyî, CDU, SPD û Yekitiya Keskan, û dosyayên derbarê rewşa Kobanê de pêşkêş kirin.

Kurdan di di hevdîtinên xwede bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku di demiltestê ji bo Kobanêya ku li dijî DAIŞ'a dijminê mirovahiyê têdikoşe, bikevin nava tevgerê.

Bi sedan Kurdistaniyên li paytexta NRW'yê Dusseldorfê li ber Parlementoya Eyaletê li hev civiyan û daxuyaniyek da çapemeniyê. Kurdistaniyan bi pankart û dovîzên ku vekirin, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê şermezar kirin û bang li hukûmeta Elman kirin ku ji bo Kobanê bikeve nava tevgerê.

Di dema çalakiya li Dusseldorfê de, şandeyek ji parlementerên Partiya Korsanan, Keskan û Sosyal Demokrat hevdîtin bi çalakgeran pêk anîn. Parlementera Kurda a di şandeyê de Ayten Kaplan, diyar kir ku parlementerên Elman ên ku heta niha ji me direviyan, niha tên gel me derbarê rewşa Kobanê de agahî me digirin. Kaplan da zanîn ku wan hevdîtin bi 10 wekîlan re pêk anîne û ji wana xwestine rewşa Kobanê bîne rojeva Meclîsa Federal a Elmanyayê.

Komek Kurdistanî li ber avahiya NY ya li bajarê Bonnê li hev kom bûn û bêdengiya NY ya li hemberî Kobanê şermezar kirin. Ji NY'yê xwestin ku tavilê li diî çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşê Kurdan dikin bikevin nava tevgerê û dosyayek pêşkêş kirin.