Li ser sînorê Rojava dîsa xendek tên kolandin

Li herêma sînor a navbera bajarên Nisêbîn û Qamişloyê, xebatên kolandina xendekan dewam dikin.

Li herêma sînor a navbera bajarên Nisêbîn û Qamişloyê, xebatên kolandina xendekan dewam dikin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, kolandina xendekan wê heta navçeya Cizîrê bidome.

Hat ragihandin, kolandina xendekên li herêma di navbera navçeya Mêrdîn Nisêbînê û bajarê Rojava Qamişlo de, dewam dikin.

Xendek li herêma mayinkirî bi maşînên kar tên kolandin û tê gotin ku ev kolandina xendekan wê heta navçeya Şirnex Cizîrê bidome.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ev xendekên tên kolandin bi 5 metreyan berfireh, bi 5 metreyan kûr û tevî axa li dorê hatiye komkirin, bilindahiya xwe digihêje 9 metreyan.

Xendekên ku heta roja îro bi 3 kîlometreyan hatine kolandin, gihaştine qereqola sînor a li gunde Demîrtepe.

Di Sibata 2014'an de, ji Nisêbînê ber bi Qoserê ve, xendekên dirêjahiya xwe 1 kîlometre, hatibûn kolandin.