Li ser rêya bejahî ya Çewlik-Amedê nuqteyen kontrolê hatin danîn

Li ser rêya bejahî ya Çewlik-Amedê nuqteyen kontrolê hatin danîn

Piştî ku ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Çewlikê 18 girtiyên siyasî firar kirin, li herêmê tedbîrên tund ên leşkerî û polîsî hatin girtin. Li qadên derketina ji bajêr, nuqteyên kontrolê hatin danîn.

Piştî ku li Çewlikê 18 girtiyên siyasî tunel kolandin û fîrar kirin, li rêyên bejahî yên Çewlikê bi bajar û navçeyên derdorê ve girê dide, nuqteyên kontrolê hatin danîn. Hemû wesayîtên li vê rêgehê derbas dibin, ji aliyê polîs û leşkeran ve tên kontrolkirin.