'Li ser jiyana girtiyê nexweş Amaç rîsk heye'
Insîyatîva Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî aşkere kir ku li ser jiyana girtiyê nexweş Adem Amaç rîsekek mezin heye.
Insîyatîva Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî aşkere kir ku li ser jiyana girtiyê nexweş Adem Amaç rîsekek mezin heye.
Iınsîyatîva Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî bi vîdeoyekê daxuyanî da û bal kişande ser girtiyê nexweş Adem Amaç ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Nimro 1 a Efyonê girtiye.
'JIYANA WÎ DI TALOKEYÊ DE YE, DIVÊ DEMILDEST WERE BERDAN'
Li ser navê Insîyatîvê Nuray Çevîrmen daxuyanî da û got ji ber birînên li zikê Amaç û emeliyatên ku beriya niha bûyî li ser jiyana Amaç rîsk heye û xwest ku Amaç demildest were berdan.