Li ser îxbara bombeyê Birca Eyfel hate valekirin

Li ser îxbara bombeyê Birca Eyfel hate valekirin

Birca Eyfel ku sembola paytextê Fransa Parîsê ye, li ser îxbara bombeyê hate valekirin.

Li gorî agahiyên ku polîsan dane, li ser îxbara bombe danîne ser Birca Eyfel û dê di demjimêr 21.30’an de biteqe hate valekirin.

Piştî îxbarê yekîneyên tekoşîna li hemberî terorê hatin cihê bûyerê, piştî ku birc xistin dorpêça ewlekariyê de, turîstên li ser birçî anîn xwar.

Li ser birca ku nêzî hezar û 400 kes anîn xwar, piştre bi kuçikên dedektor lêgerîn pêkanîn. Piştî lêgerînê derket holê ku îxbar bêbingehe.

Li rexmî vê jî bi hinceta ewlekariyê birc bidirêjahiya şevê hate qedexekirin.