Li ser girtiyên nexweş kiryarên faşîzan zêde bûne
Rewşa girtiyên nexweş her diçe xerab dibe û rayedarên girtîgehan jî bi awayekî xerab nêzîkî girtiyên nexweş dibin.
Rewşa girtiyên nexweş her diçe xerab dibe û rayedarên girtîgehan jî bi awayekî xerab nêzîkî girtiyên nexweş dibin.
Girtiyên nexweş ên nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin, rastî kiryarên fazîşan tê û li şûna bên tedawîkirin, têne sirgûnkirin.
Girtiya bi navê Şadiye Manap, bi nameyekê bal kişandiye ser rewşa girtiyên nexweş û dibêje: Li girtîgeha Menemenê, Tîpê R, girtiyên bi navê Dicle Bozan û Ergîn Aktaş, ji ber kiryarên faşîzan yên rêveberên Girtîgehê û helwesta li dijî girtiyên nexweş dest bi greva birçîbûnê kirin.
Girtiya bi navê Dicle Bozan ji Rojava ye, lingê wî hatiye jêkirin û nexweşiyên ciddî hene.
Girtiyê bi navê Ergîn Aktaş jî, du destên wî nînin û her 2 girtîyên azadîyê jî, nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin.
Rayedarên dewletê û girtîgehê, bi behaneya ku tedawiya wan were kirin, Dicle Bozan û Ergîn Aktaş şandin Girîgeha Menemen, Tîpê R. Lê her du girtî jî, li Girtîgeha Menemenê rastî kiryarên faşîzan hatin.
Ji ber vê jî, Ergîn aktaş û Dîcle Bozan dest bi greva birçîbûnê kirin. Rayedarên girtîgehê, ji berdêla ku daxwazên girtiyan bînin cih, di 30. roja greva birçîbûnê de, Dicle Bozan sirgunî girtîgeha Xarpêtê kirin.
Dicle Bozan, bi dehan car serlêdan kir û daxwazî kir ku wî bişînin Girtîgeha Şakranê.
Dicle Bozan da zanîn ku li Girtîgeha Şakranê hevalên wî hene û ew ê di jiyana rojane de alîkariya wî bikin. Lê rayedarên dewletê, ew sirgunî Girîtîgeha Xerpêtê kirin.
Li gel girtiyên nexweş, girtiya jin Fatma Ozbay, li Girtîgeha Erzirumê bi tenê di hucereyekê de tê girtin, xwişka wê Gulser Ozbay jî li Girtîgeha Jinan ya Şakranê tê girtin.
Hat diyar kirin ku Fatma Ozbay, bi nexweşiya kansêra singê ye û di hucreya yek kesî de tê girtin.
Malbata Ozbay, fikarên xwe anîne ziman ku rayedarên girtîgehê wê naşînin nexweşxnanê û tedawîkirina wê asteng dikin.