Li ser dadgeha ku Tirkiye lê bê darizandin, wê daxuyanî bê dayin
Li ser 'Tribunal a Navneteweyî' ya li paytexta Fransa Parîsê, ku wê sûcên dewleta Tirk û rêveberên wê lê bên darizandin, wê civîneke çapemeniyê were lidarxistin.
Li ser 'Tribunal a Navneteweyî' ya li paytexta Fransa Parîsê, ku wê sûcên dewleta Tirk û rêveberên wê lê bên darizandin, wê civîneke çapemeniyê were lidarxistin.
Tribunal a Navneteweyî ku bi navê 'Dadgeha Gel a Mayinde' jî tê naskirin, wê 15-16'ê Adarê li avahiya Borsa Kar bicive. Wê sûcên ku Komara Tirkiyeyê û rayedarên wê li dijî gel û rêxistinên Kurdan kirine bên darizandin.
Beriya destpêkirina rûniştinê wê roja 13'ê Gulanê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin. Civîn wê saet navbera 14:00-16:00 li Maison du Barreau pêk were û Sekreterê Giştî yê Dadgeha Gel a Mayinde Gianni Tognoni, Serokê berê yê Baroya Parisê Christian Charriere-Bournazel, Alîkarê Giştî yê Serokê Baroya Parisê Basile Ader, Ji Weqfa Bertrand Russell Peace Tony Simpson, parêzerê malbatên sê şoreşgerên Kurd ên li Parisê hatin kuştin Antoine Comte, Sekreterê Giştî yê Komeleya Parêzerên Demokratîk a Navneteweyî Jan Fermon û parlamenterê Fransayî Paul Molac tevlî bibin. Moderatoriya civînê wê ji aliyê nûçegihan Heval Arslan ve bê kirin.
Dadgeha Gel a Mayinde ku Dadgeha Russellê ya ku sûcên şer ên Amerîka yên li Vietnamê darizand ji xwe re esas digire, ji hingî ve li gelemperiya cîhanê gelek dosyayên gunehan ên ji aliyê dewletan ve hatine kirin jê re hate ragihandin.
Dadgeh par i ser sûcên li Myanmarê li dijî Rohingyaran hate kirin, civiya. Dadgeh rûniştina xwe ya 44'an ji sûcên dewlet û rayedarên Tirk ên li dijî gelê Kurd kirine, vediqetîne. Li dadgehê wê sûcên giran ên şer ên dema nêz hatine kirin binirxîne û der barê sûcên ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve hatine kirin li şahidan guhdarî bike.
Sivîlên li Sûr, Cizîr û Şirnexê hatin kuştin, taxên hatin xerakirin û kuştina sê jinên şoreşger ên Kurd li Parisê wê mijarên darizandinê bin. Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdoğan jî bersûcê sereke ye. Fermandarên artêşê, gelek rayedarên hikumetê û şefê îstîxbaratê wê bên darizandin.
40 sazî û nêzî 300 kesayetên navneteweyî destekê didin dadgehê. Dadgeh wê ji aliyê 7 dadgeran ve bê birêvebirin û çav li rê ye ku heyetek ji 30 heta 50 kesî bişopîne. Dadgeh wê biryara xwe piştî du mehan, di meha Gulanê de eşkere bike. Bi vê armancê wê li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin.
Heta niha gelek kesayetên navdar destek dan dadgehê. Her wiha malpereke înternetê û qenala YouTube ya dadgehê hene: (http://tribunal-turquie-kurdes.org)