Li Şengalê pîrozbahiya rojbûna Ocalan
Li Şengalê pîrozbahiya rojbûna Ocalan
Li Şengalê pîrozbahiya rojbûna Ocalan
Li devera Şengalê Kurdên Êzêdî 64’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh bi çalakiyekê pîroz kir û ji bo wateya vê rojê dar hatin çandin.
Li Başûrê Kurdistanê devera Şengalê bi wesileya 64’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Tevgera Demokratîk a Êzîdiyan (TEVDA) şahiyek hate lidarxistin. Çalakiya pîrozkirina Rojbûna Birêz Ocalan bi beşdarbûna xwendekar, ciwan, jin, zarok û gelê Şengalê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî rêzgirtina ji bo tevayî cangoriyên Kurdistanê ji aliyê endama TEVDA Peyman Xidirve li ser wateya ‘Rojê’ axaftinek hate kirin.
Piştî Peyman Xidir axaftina xwe bi dawî anî ji aliyê beşdaran ve dirûşimên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Cejna Te Pîroz be Ey Serok Apo’ hatin qêrîn. Piştî axaftina Peyman Xidir pasteyê Rojbûna Ocalan hate birîn û li tevayî beşdaran hate belav kirin.
Her wiha, ji aliyê çalakvanan ve ji bo bîranîn û wateya rojbûna Ocalan dar hatin çandin. Şahî bi gerandina govendê û qêrîna siloganên ‘Rojbûna te pîroz be Ey Serok Apo’ bi dawî bû.