Li Şengalê dijî çeteyên DAIŞ çalakî: 4 çete hatin kuştin

Li Şengalê dijî çeteyên DAIŞ çalakî: 4 çete hatin kuştin

Li ser rêya giştî ya navbera Şengal û Sûriyeyê de hêzên gerîla li dijî karwanekî çeteyên DAIŞ çalakiya kemîndanînê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û du çekên keleşnîkof jî hatin desteserkirin.

Navenda Çapemenî û  Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ku daxuyaniyeke nivîskî diyar kir 13’ê Îlonê (îro) li ser rêya giştî ya navbera Şengal û Sûriyeyê de hêzên gerîlayan li hemberî karwanên çeteyên DAIŞ çalakiyek kemîndanînê pêk anîne. Di çalakiya gerîlayan de 4 çeteyên DAIŞ hatin kuştin, 2 çekên keleşnîkof, 2 telefonên berîkan jî ji ser çeteyên hatin kuştin rakirin.