Li Şengal şer û pevçûn: 9 çete mirin
Li Şengal şer û pevçûn: 9 çete mirin
Li Şengal şer û pevçûn: 9 çete mirin
Li Şengal ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve di çalakiyeke sabotajê ya li hemberî çeteyên DAIŞ pêk anîn, di şer û pevçûnên derketin de 9 çete hatin kuştin û 2 dozer hatin rûxandin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) têkildarî şer û pevçûnên li Şengal di navbera gerîlayên HPG û çeteyên DAIŞ de rû daye daxuyaniyek da.
Li gor vê gerîlayên HPG’ê 1’ê Cotmehê saet 19.00’an di navbera gundên Xanesero û Behrevan ên girêdayî Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ çalakiyeke Sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de 4 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.
2’ê Cotmehê (îro) jî li gundên Kizilkent, Gabarê û Cudalê yên girêdayî Şengalê di navbera gerîlayên HPG’ê û çeteyên DAIŞ de şer û pevçûn rû daye. Di şer û pevçûnan de 5 çeteyên DAIŞ hatin kuştin. Şer û pevçûn li cih cihan didomin.
Li gel vê li herêma Kizilkent a girêdayî Şengalê li cihên ku berê çeteyên DAIŞ weke baregeh bi kar dianîn û terkkirine 2 makîneyên dozer ji aliyê gerîlayan ve hatin îmhakirin.