Li Şemzînanê veguhestina leşkerî dewam dike

Li Şemzînanê veguhestina leşkerî dewam dike

Li navçeya Colemêrg Şemzînanê, veguhestinên leşkerî yên ji destpêka sala 2013'an û vir ve li bajarokê Rûbarokê tê kirin, doh bi şev jî dewam kirin.

Doh bi şev, hejmareke zêde maşînên zirxî û leşker derbasî herên Alan û Garê yên Rûbarokê bûn. 

Hat hînbûn, ku di dema veguhestina leşkeran de, li ezmanan helîkopter û li erdê jî wesaîtên bi tîpa jemmer'an amade bûn.

Her weha hat ragihandin, ku li ezmanê Gever, Şemzînan, Rûbarok û Çelê, heta danê sibê Heron firiyan.

Nuqteyên kontrolê yên navbera Şemzînan û Rûbarokê de jî hatin şidandin.