Li Şemzînanê 4 erdhêj pêk hatin

Li Şemzînanê 4 erdhêj pêk hatin

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çar erdhêjên cuda pêk hatin.

Enstîtuya Lêkolîna Erdhêj û Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî diyar kir ku navenda wê gundê tutunlu û mezraya Andag ya Yeşîlova ya girêdayê Şemzînan Colemêrgê bû 4 erdhêjên cuda pêk hatine.

Erdêja yekemîn saet di 10.04’an li gundê Anadag ya Şemzînanê 2.3 kîlometre di kurahiya erdê de meznahiya wê 3.0’e, erdhêja duyemîn saet di 10.07’an de li gundê Anadag  3.1 di kurahiya erdê de bi meznahiya 3.5, ya sêyemîn li gundê Tutulu saet di 10.54’an de 5 kîlometre di kurahiya erdê de bi meznahiya 3.4 û ya çaremîn û ya dawîn li gundê Anadag saet di 11.43’an de 9.6 kîlometre di kurahiya erdê de bi meznahiya 2.9 pêk hat.

Hat hînbûn ku erdhêjan wendahiya mal û can çênekiriye.