Li Şemzînan û Geverê operasyon
Li Şemzînan û Geverê operasyon
Li Şemzînan û Geverê operasyon
Leşkeran li gundê Tuyî Bînî û Tuyî Jêrîn ên Şemzînanê operasyon pêk anîn û li Geverê jî di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Şemzînanê di saetên sibê 05.00’an de li gundê Tuyî Bînî û Tuyî Jêrîn operasyon pêk hat. Ji Qereqola Harunan gelek leşker bi wesayîtên zirxî û amûrên sînyalê lêgerîn kirin. Li aliyê din jî leşkerên ji qereqola gundê Vergeniman derketin ji bo operasyona bejahiya Şemzînanê derketine.
LI GEVERÊ 8 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Gever û gundên derdora wê di operasyonên hatin kirin de gelek kes hatin binçavkirin. Li Taxa Yeşîldere Rojbin Kirdar, Emrah Çapa, Muslim Manda, Sait Akbaş, Haci Tokçu, li gundê Sineva Numan Bozkurt, li gundê Kadyan Ferda Avci, li gundê Mexsudava Kerem Karago hatin binçavkirin.