Li sed bajarên DYA yê çalakiya ‘Ji bo Trayvon edelet’ pêk hat
Li sed bajarên DYA yê çalakiya ‘Ji bo Trayvon edelet’ pêk hat
Li sed bajarên DYA yê çalakiya ‘Ji bo Trayvon edelet’ pêk hat
Li sed bajarên DYA’yê zêdetir xwepêşandan ‘Ji bo Travyon Martîn edalet’ pêk hatin. Di çalakiyê de neheqiya li hemberî reşikan ya li welatên Ewropa tên meşandin hat şermezar kirin.
Di pêşengtiya Parêzvanê Mafê Mirovan û Rahîbê Reşikan ê Navdar Al Sharpton bi sernavê ‘Ji bo Trayvon edalet’ li sedan bajêran Ewropayê xwe pêşandan pêk hatin. Dinava bajarên ku çalakiyên şermezarkirinê pêk hatîn de Washîngton, New York jî heye. Çalakvanên ku li ber Dadgeha Federalê kombûn, çalakvanan dadgeha Florîda ya ku derbarê kesê spî yê binavê George Zemmerman ku ciwanê reşik yê binavê Trayvon Martîn kuşt tu biryar neda şermezar kirin. Qadên ku ji aliyê çalakvanan ve hatin dagirtin xwestin qanûna ‘Cihê xwe bi parêze’ ku li Florîda û eyaletên din tê bi rêve birin bê guhertin. Her wiha çalakvana bang li Wezareta Edaletê kirin û xwestin di çarçoveya mafê sivîlan Zemmerman ceza bikin bikevin dewrê. Axaftinên ku di hinek çalakiyan de hatin kirin hatin xwestin ku eyaleta Florîda boykot bikin. Li ser gelek çalakvanan tîşortên ku wêneyên Trayvon Martîn hebûn. Di çalakiya Mîamî yê de jî bavê Trayvon Tracy Martîn axivî û wiha got: “Kurê min Trayvon tiştek şaş nekiribû. Min di darbesta wî de soz dayê, heya ku edalet cihê xwe bibîne ezê bi hemû enerjiya ku di vicûda min de heye ezê xerc bikim. Ez heya ku bimirim ezê ji bo Trayvon şer bikim. Ezê ji bo zarokên we jî têkoşînê bidim meşandin.”
Li ber dadgeha federal a Los Angelesê bi hezaran xwepêşandaran bi dirûşmeya “Edalet tune bi aştî jî tune ye” qîr kirin. Xwepêşanderan bi dirûşme û pankartan bal kişandin ser cudakariya reşikan. Piştî Protestokirinê komek xwe pêşandaran di kolanan de dest bi meşê kirin.
Li San Francîsco û Oaklandê jî bi tevlibûna bi sedan kesî xwepêşandan û meş hat lidarxistin û li Chicago yê jî bi hezaran kesî li navenda bajar li hev civiyan û biryara dadgehê bi zimanekî tund şermezar kirin û bertek nîşandan. Çalakvana mirina Trayvon Martîn, dişiband mirina ciwanekî ku ji Chîcagolu, Emmett Tillê ku 1955'î de hêj 14 salî bû ku bi hinceya ji jinek spî re fîkandiye Mîssîsîppî yê hatibû kuştin. Di çalakiya Protestokirinê de parêzvanê mafên mirovan ê navdar rahîbê reşik Jessîe Jackson jî axaftinek kir û banga heta ku qanûna “Cihê xwe bi parêz” bê betalkirin divê Florîda bê boykotkirin kir.