Li sê bajaran şehîd hatin bibîranîn
Li Dortmûndê, Kemal Kûrkût ê ku ji aliyê hêzên dewletê ve di Newrozê de hat kuştin, li Lîmbûrgê şervanê YPG'ê îslam Altûndag û li Grîngy jî gerîlayê HPG'ê Şervan Korkmaz hatin bibîranîn.
Li Dortmûndê, Kemal Kûrkût ê ku ji aliyê hêzên dewletê ve di Newrozê de hat kuştin, li Lîmbûrgê şervanê YPG'ê îslam Altûndag û li Grîngy jî gerîlayê HPG'ê Şervan Korkmaz hatin bibîranîn.
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, Kemal Kûrkût ê ku ji aliyê hêzên dewletê ve di Newrozê de hat kuştin, li bajarê Lîmbûrg ê Elmanyayê, şervanê YPG'ê Îslam Altûndag (Şervan Cûdî) ku di şerê dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û li bajarê Grîngy ê Fransayê jî gerîlayê HPG'ê Mahsûn ozer (Şervan Korkmaz) ê li Dersîmê di 13'ê Nîsana 2015'an de jiyana xwe ji dest da hatin bibîranîn.
KEMAL KÛRKÛT LI DORTMÛNDÊ HAT BIBÎRANÎN
Kemal Kûrkût ê ku ji aliyê hêzên dewletê ve di Newrozê de hat kuştin, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hat bibîranîn. Di merasîma bîranînê de kekê Kûrkût Ercan Kûrkût, nûnerên gelek saziyan û Kurdistanî amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê FEDA Pîr Mûstafa Aslan axivî û diyar kir, Kûrkût şehîd ket û ber bi heq ve meşiya.
Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim jî di şexsê Kemal Kûrkût de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî û dest bi axaftina xwe kir. Muslim diyar kir, dijminê Kurdan îro gihîştine asteke barbar û anî ziman, kuştina xwendekarekî mîna Kemal Kûrkût bi rengekî hovane, nîşan dide bê dijminatiya rejîma AKP'ê ya li Kurdan gihîştiye kîjan astê.
Muslim got, "Dijminê Kurdan li her parçeyên Kurdistanê êrîş dike. Bi sorkirina nakokiyên mezhebî re hewl dide Kurdan parçe bikin. Li şehîdgeha Kobanê, şehîdên ji hemû parçeyên Kurdistanê hene." Muslim destnîşan kir, polîtîkayên parçe bike, bi hev bide şerkirin û bi rê ve bibe, wê êdî bi ser nekevin.
Muslim diyar kir, rejîma AKP'ê tişta ku nekarî di sedsala 20'an de li Kurdistanê bê kirin dixwaze niha bike û got, "Lê wê nikaribe vê bi ser bixîne."
Muslim ji malbata Kûrkût û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Li ser navê NAV-DEM'ê jî Fatoş Goksûngûr axivî û got, "Qetandina tîşortê nîşan dide bê dijmin çiqasî barbar e. Li hemberî me dijminekî welê barbar heye ku pirtûka helbestan a di çenteyê wî de weke bombeyê, kemana wî jî weke çekê dibîne."
Li ser navê malbatê jî Ercan Kûrkût spasiya her kesî kir, ku êşa wan parve kirine û got, "Ez şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînim. Piştî ku bavê min mir, dayika min em mezin kir. Em hînî çanda berxwedanê kir. Di çenteyê Kemal de wê rojê pirtûkên wî yên helbestan û rojnivîska wî hebû, wê vê kombûna gelê xwe lê binivîsanda. Kemal ku di kêliya dawî de ji komkujiya Enqereyê rizgar bû, li Amedê nekarîbû ji nava lepên celadan rizgar bibe. Dema me digot ku ronahiya me vemirî, me fêhm kir ku ronahiya me li dilê Kurdistanê şewq da û di şexsê wî de hemû hevrêyên dilê xwe ji Kurdistanê hiştine, têkoşîna me ronî dikin."
Li ser navê KOMAW'ê Ahmet Aktaş jî got, "Kemal Kûrkût zarok û şehîdê gelê Kurd e. Kûrkût sembola Newroza îsal e."
Di merasîma bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana Kemal Kûrkût hat nîşandan û bîranî bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.
LÎMBÛRG
Li bajarê Lîmbûrg ê Elmanyayê, şervanê YPG'ê Îslam Altûndag (Şervan Cûdî) ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest da, hat bibîarnîn.
Li ser navê malbatê Ramazan Bafeyî serdanên sersaxiyê qebûl kir.
Merasîma bîranînê li gundê Elsoffê bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Cûdî, ku bi xwe ji gundê Bafe yê navçeya Hezex a Şirnexê ye, di 6'ê Adara 2017'an de li nêzî Reqayê di şerê dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da.
GRÎGNY
Gerîlayê HPG'ê Mahsûn Ozer (Şervan Korkmaz), ku li Dersîmê di 13'ê Nîsana 2015'an de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Grîgny ê Fransayê hat bibîranîn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Fransayê Xeyrî Ûlûdag axivî.
Ûlûdag got, "PKK partiyeke şehîdan e. Dilsoziya bi şehîdan re bi têkoşîna ji bo armancên wan dibe. Em ê berxwedanê geştir bikin û Kurdistana azad diyarî şehîdên xwe bikin."
Ji xizmên şehîd Leyla û Mûstafa Seven jî gotin, "Ew ne tenê şehîdê me ye, ew şehîdê tevahiya Kurdistanê ye. Em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin."