Li sê bajaran 25 kes hatin destgîrkirin

Li bajarên Stenbol, Kocaelî û Meletiyê di operasyonên qirkirina siyasî de 25 kes hatin destgîrkirin.

Li bajarên Stenbol, Kocaelî û Meletiyê di operasyonên qirkirina siyasî de 25 kes hatin destgîrkirin.

STENBOL

Li Stenbolê, polîsan doh bi şev avêtin ser malan û nûçegihan Melîke Ceyhan û Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Umraniyeyê Damla Savci jî di nav de herî kêm 6 kes destgîr kirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Stenbolê.

KOCAELÎ

Li Kocaeliyê jî di serdegirtinan de ku li dijî endam û rêveberên HDP'ê hatin kirin 10 kes hatin destgîrkirin. Li Gebze, Derînce û Daricayê di sergirtinan de gelek kes hatin destgîrkirin ku yek ji wan jî Hevseroka HDP'ê ya Kocaeliyê Leyla Aygun e. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Kocaeliyê.

MELETÎ

Li Meletiyê di serdegirtina malan de 9 kes hatin destgîrkirin.