Li Şaredariya Peyasê koma jinê hat avakirin
Li Şaredariya Peyasê koma jinê hat avakirin
Li Şaredariya Peyasê koma jinê hat avakirin
Li Şaredariya Peyasê ya Amedê koma jinê hat avakirin. Ev kom wê di hemû xizmetên şaredariyê de nêrîn û pêşniyaran pêşkêş bike.
Bi beşdariya Hevşaredara Peyasê Fatma Arşîmet, Alîkara Hevşaredaran Nesrîn Tavşan, civîna jinên di nav hemû komên şaredariyê de dixebitin, pêk hat. Di civîna li Salona Meclîsa Şaredariyê de koma jinê hat avakirin. Ev koma ji 13 jinan, ku ji hemû komên xebatê yên şaredariyê jin tê de cih digire, wê der barê xebat û pêkanînên şaredariyê yên dema pêş de nêrîn û pêşniyaran pêşkêş bike. Di heman civînê de bernameya xebatê ya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê jî hat nîqaşkirin.
Şaredariyê di destpêka vê mehê de biryarên Midûriyeta Polîtîkayên Jinê û budçeya jinê xistibû meriyetê.