Li saranserî Swêdê li hemberî ‘nêçîra bênasnameyan’ çalakî

Li saranserî Swêdê li hemberî ‘nêçîra bênasnameyan’ çalakî

Pêkanînên ku hikûmeta Swêdê yên ji bo dersînorkirina kesên bênasname xistin meriyetê rastî berxwedana civakê tê. Bi hezaran kesên ku di çalakiyên şermezarkirinê yên bi awayekî hemwext li Stockholm, Goteborg, Malmo û Uppsalayê hatin lidarxistin de daketin qadan polîtîkayên hikûmetê yên ji bp penaberiyê rexne kirin. Di çalakiyan de hat xwestin ku divê demildest dev ji pêkanîn û polîtîkayên dijmirovahî û nijadperset ên li hemberî bênasnameyan tê pêşxistin were rawestandin.

Projeya bi navê REVA (Ewlehiya Hiqûqî û Pêkanîna Bibandor) cara yekem di sala 2010’an de li Malmoyê ket meriyetê ku bi vê projeyê kesên bênasname tên tespîtkirin û bi darê zorê wan dersînor dikin. Di encama operasyonên li hemberê bênasnameyan û zêdekirina kontrolkirina nasnameyan kir ku di nava salekê de hejmara penaberên hatine dersînorkirin derkeve ji sedî 25’an. Hikûmeta Swêdê piştî vê yekê îdia kir ku, projeya REVa serkeftiye û biryar girt ku li paytext Stockholmê jî vê pêkanînê bixe meriyetê.

REVA’yê ku ji despêka roja yekem a 2013’an li Stockholmê ketiye meriyetê û vir ve rastî bertekên tund ên penaberan tê. Pêkanînên polîsan ên wekî li metroyan di bin navê kontrola nasnameyan de penaberan radiwestînin û li nasnameya wan dipirsine tenê ji aliyê penaberan û rêxistinên mafên mirovan her wiha rastî bertekên rêxistinên ciwanam ên partiyên şirîkên desthilatdariyê û rastî bertekên parlamenteran jî tê. Ji bo şermezarkirina van pêkanînan li nav îstasyonên metroyan û li ber van çalakî hatin lidarxistin.  

HIKÛMET PAŞVE GAV AVÊT

Piştî ku yek ji şefên Polîsan ê Stockholmê Patric Josefsson parast ku ew ê kontrolên xwe yên nasnameyan berdewam bikin bertekên li hember hikûmetê zêdetir kirin. Piştî bertekên mezin Wezîrê Entegrasyonê Erik Ullenhag daxuyand ku kontrolkirina nasnameyan nayê qebûlkirin. Piştî çend rojan jî rayedarên polîsan daxuyandin ku ew dest ji kontrolkirina nasnameyan berdane. Her çend hikûmet û polîs paşve gav avêtin jî ev yek kela panaberan û rêxistnên mafên mirovan danexist. Di nav de rêxistinên wekî Xaça Sor û Saziya Parastina Zarokan jî heyî gelek sazî û dezgeh ji bo projeya REVA’yê ji meriyetê were hildan bi awayekî hemwext li Stockholm, Goteborg, Malmo û Uppsalayê çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin.