Li San Fransîsco pîrozbahiya Newrozê
Li San Fransîsco pîrozbahiya Newrozê
Li San Fransîsco pîrozbahiya Newrozê
Li bajarê San Fransîsco ya eyaleta Calîfornia ya DYA’yê Newroz hat pîrozkirin.
Pîrozbahî bi ji kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. sirûda Ey Reqîb hate xwendin û piştre hevserokên Navenda Çivaka Kurd Fîgen Hoşgor û Îsmaîl Unlu li gorî wateya rojê bi kurdî, îngîlîzî û tirkî axaftin kirin.
Hoşgor di axaftina xwe de wiha got: “Em Kurd ne berxwedana Mazlûm Dogan, ne ya Zekiye Alkan, ne ya Rehşan û Semayan ji bîr dikin. Roboskê sedema serhildanêye, girtina bi hezaran siyasetmedaran sedema serhildanê ye.
Hoşgor da zanîn ku, li rexmî her tiştî gelê Kurd destê aştiyê dirêj kiriye û got, gelê Kurd dê dest ji daxwaza xwe ya statûya bo kurdan bernede.
Piştî axaftinan Hozan Comert derket ser dîkê. Herwiha Murat Daşlik jî resîtala kemanê pêşkêş kir.
Di pîrozbahiyê de cil û bergên Kurd bal dikişand û her wiha bê navber dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo’ , ‘Bê serok jiyan nabe’ hat qîrîn. Pîrozbahiya Newrozê di rojên pêş de dê li Boston û Chîcago bidome.