Li San Francîsco ji bo HDP’ê ofîsa hilbijartinê tê vekirin

Kurdên li bajarên San Francîsco yê Kalîforniyayê dijîn, ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi armanca piştevaniya HDP’ê ofîsa hilbijartinê vedikin.

Kurdên li bajarên San Francîsco yê Kalîforniyayê dijîn, ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  bi armanca piştevaniya HDP’ê ofîsa hilbijartinê vedikin.

Ofîs bi armanca ku alîkariyê bidin kesên ku dengan bikar tînin wê bê vekirin û bi piştgiriya Navenda Çanda Kurd wê xebatan bimeşîne.

Tê plankirin ku bi komî hilbijêran bibin Los Angeles ku dengên xwe bikar bînin.

Hevserokên Navenda Çanda Kurd a Kalîforniyayê Nîhat Hoşgor û Salîh Bazid axivî û diyar kirin ku divê yek dengek vala neçe û dan zanîn ku ji bo vê di nava hewldanan de ne.