Li Samsûnê ciwanekî Sûriyeyî hate qetilkirin

Li Samsûnê ciwanê Sûriyeyî yê 16 salî bi navê Eymenh Hammami ku li nanpêşekê kar dikir, ji ber êrîşa nîjatperestî hate qetilkirin.

Eymenh Hammami ku weke xebatkarekî nanpêşî li navçeya Vezîrkoprû ya Samsûnê kar dikir, duh şev di encama êrîşa nîjatperestî de bi kêran hate qetilkirin.

Birayê Eymenh Îbrahîm Hammami yê di dema bûyerê de li gel birayê xwe bû ji Rojnameya Evrenselê re bûyer vegot.

Bira Îbrahîm Hammami diyar kir ku dema li gel birayê xwe li rexê rê sekinîbûn ji wesayîteke ku nêzî wan bûn çêrên nîjatperestî ji bo wan kirin, heman komê piştre rêya wan girtin.

Hammami domdarî ev got: “Hevalên xwe anîbûn, nêzî 20 kesî bûn. Li destê du kesan kêr hebûn. Me got; ‘Em biran e, nekin’ lê wan êrîş kir. Min wê navberê wesayîteke polîsan ji dûr ve dît, bi motorsiklêta xwe ketim dû wan. Dema min polîs dîtin û heta anî, birê min di nava xwînê de mabû. Em direng mabûn.”

Hammami diyar kir ku birayê wî ji gelek derên xwe hatibûn kêrkirin, anî ziman ku 9 sal in li Samsûnê dijî û gelek carî rastî wê komê hatine. Hammami got: “Yên ev kirine divê bên cezakirin, bila edalet bê bicihanîn. Êşa bira zor e, ew birayê we tevan e; wisa bifikirin.”

Bira Hammami da xuyakirin ku birayê wî 4 sal bûn li nanpêşxaneyê kar dikir û got: “Eymeh heqdesta wî ya rojane 50 TL bûn. Heta şevê kar dikir, bi şevê jî diçû navenda wezîşê ya ciwanan diçû dewreyê. Rewşa dayik û bavê min pir xirab e. Sibe em ê cenaze bi otobusê ibin Vezîrkopruyê û li wir veşêrin.”

Li ser bûyerê kesek bi guman hate girtin, malbata Hammami diyar kir ku wê giliyê her 20 kesan bikin.