Li Şamê 9’ê Cotmehê hate şermezar kirin
Li Şamê 9’ê Cotmehê hate şermezar kirin
Li Şamê 9’ê Cotmehê hate şermezar kirin
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li paytexta Sûriyê Şamê bi armanca şermezar kirina komploya 9’ê Cotmehê 2 civînên gel lidar xistin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca şermezar kirina komploya 9’ê Cotmehê 2 civîn yek li taxa Zorava û yek jî li taxa Run El-Dîn ên Paytexta Sûriyê Şamê ku piraniya şêniyên wan kurdin lidar xistin. Herdu civînan bi rêzgirtinê destpê kirin. Di civîna taxa Zorava de li ser navê TEV-DEM'ê Dr. Mordem, li ser navê Yekîtiya Star Newroz Xelîl, li ser navê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) Nezîr Hîto, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mihemed Îbiş, di civîna taxa Run El-Dîn de jî li ser navê Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê Hesen Ebdula û li ser navê Yekîtiya Star jî Şervîn Cûdî axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandin ser komploya navneteweyî û hate gotin ku komplo di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd pêk hatiye. Di axaftinan de komplo hate şermezar kirin û hate destnîşan kirin ku Ocalan û gelê Kurd bi berxwedanê komplo pûç kirine.
Di herdu civînan de endamên Desteya Rêveber ê KCK’ê û endamê Meclîsa PKK’ê Rustem Cûdî û kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim jî hatin bi bîranîn û peyama sersaxiyê ji malbata Muslim re hate dayîn.