Li Şakranê, li girtiyê zarok êşkenca tecrîdê

Li Şakranê, li girtiyê zarok êşkenca tecrîdê

Mursel Oner ê 17 salî li Colemêrgê bi hevalên xwe Seyfettîn Tûran û Ferhat Yaşar re komeke muzîkê ava kirin û diçûn dawetan. Amûrek ji wan re pêwîst, bi rêya înternetê li Foça Îzmîrê dît û bi hevalên xwe Tûran û Yaşar re di havîna sala 2011’an de hatin Îzmîrê.

Li Foça’yê gava bi hevalên xwe re diket deryayê, li daristaneke nêzî wan şewatê destpê kir. Piştî şewatê destpê kir Mursel Oner û hevalên wî Seyfettîn Tûran û Ferhat Yaşar xwestin ji cihê perava lê ne biçin, lê ji aliyê polêsan ve hatin binçavkirin.

Polêsên Tirk, herdu ciwan Oner, Tûran û Yaşar weke HPG’yiyên ji çiyê hatin, li çapemeniyê dan naskirin û piştî dadgehkirina wan ew girtin û li girtîgeha Şakranê bicih kirin.

Zeynep Oner (50) ku li girtîgehê çû serdana kurê xwe Mursel Oner diyar kir, ku polêsan bi gotinên ne rast kurê wê girtiye û niha jî li girtîgeha Şakranê bi tecrîdkirinê êşkencê lê dikin.

Dayika Mursel Oner ê meh û nîveke li girtîgeha Şakranê bi tenê tê hiştin, banga hestiyariyê li raya giştî kir.

„JI BO PEYDAKIRINA CÎHAZÊ HAT, JI ENDAMETIYA RÊXISTINÊ HAT GIRTIN“

Dayika Oner Zeynep Oner da xuyakirin, ku kurê wê Mursel Oner bi koma xwe ya muzîkê re hewl dida alîkariya maddî li malê bike û got, „Ji kurê min re cîhazek pêwist bû, ev cîhaz ji ber ku li Colemêrgê biha bû, bi rêya înternetê li Foçayê bi erzanî hat dîtin. Bi hevalên xwe Seyfettîn Tûran û Ferhat Yaşar re di mehên havîna sala 2011’an de ji bo kirrîna cîhazê çûn Foçayê.“

Zeynep Oner diyar kir, ku kurê wê ji bo xwe hênik bike bi hevalên xwe re ketine deryayê û got, „Li daristaneke nêzî perava lê ketin avê, şewat derket. Li ser vê yekê xwest bi hevalên xwe re ji wê herêmê biçin, lê polêsan ew kirin binçavan.

Dayik Zeynep Oner ragihand, ku polêsan wê demê Mursel Oner û hevalên wî Seyfettîn Tûran û Ferhat Yaşar weke HPG’yiyên ji çiyê hatine bi çapemeniyê dan naskirin û got, „Kurê min û hevalên wî hatin girtin û li girtîgeha Şakranê hatin bicihkirin. Kurê min hînê zarok e, berê jî li Colemêrgê bi hinceta kevir avêtiye, 3 mehan di girtîgehê de ma. Niha jî bi gotinên ne rast ên polêsan dîsa di temenê xwe yê zarokatiyê de ew xistin girtîgehê.“

„KURÊ MIN BI TENÊ TÊ RAGIRTIN“

Dayika Oner da xuyakirin, ku kurê wê Mursel Oner, Seyfettîn Oner, Ferhat Yaşar û 24 hevalên wî yên din 32 cezayê girtîgehê xwarine û bibîr xist, ku ev meh û nîveke jî bi tena serê xwe tê ragirtin. Dayikê got, „Kurê min dixwaze biçe gel hevalên xwe, lê rayedar nahêlin. Wî bi tenê dihêlin.“

Dayik Zeynep Oner bibîr xist, ku kurê wê hînê zarok e, lewma rewşa tenduristiya wî ya psîkolojîk xera dibe û got, „Min mudurê girtîgehê dît, ji min re got kurê te girtiyê edlî ye. Min jî got, wê demê çima we ew weke endamê HPG‘ê li çapemeniyê dan naskirin? Çima we ji endametiya rêxistinê 24 ceza li wî birrîn? Mudur bersiv neda min.“

Zeynep Oner diyar kir, ku ji ber tenêhiştinê ew ji ewlehiya jiyana kurê xwe fikaran dike û got,“Em ji dewletê bawer nakin. Eger tiştek bi serê kurê min were, berpirsyar dewlet e. Em ditirsin, ku zirarê bidin kurê min û dûre jî bêjin „xwe kuştiye.“ Kurê min zarok e, tenêmayîn bi wî gelekî zor e, bila bi lezgînî wî bibin gel hevalên wî.“

Zeynep Oner her weha da xuyakirin, ku wê serî li Komeleya Piştgirî û Alîkarîdayîna Malbatên Girtiyan a Îzmîrê TAY-DER’ê daye.