Li Sachsen-Anhaltê ji Neonaziyan êrîşa nîjadperest
Li Sachsen-Anhaltê ji Neonaziyan êrîşa nîjadperest
Li Sachsen-Anhaltê ji Neonaziyan êrîşa nîjadperest
Li bajarokê Bernbûrg ê eyaleta Sachsen-Anhalt a Elmanyayê penaberê ji Tirkiyê rastî erîşa neonaziyan hat û di encamê de xwediyê îmbîsê yê penaberê ji Tirkiyê bi giranî birîndar bû. Piştî êrişê polîsan ji koma êrişkar 3 kes hatin girtin.
Li gara trenê ya bajarokê Bernbûrgê, xwediyê îmbîsê penaberê ji Tirkiyê, pêr bi şev dema xwest îmbîsa xwe bigire rastî êrîşeke nîjadperestan hat. 9 ciwanên Neonazî ji biyaniyan re xeber dan û penaberê 34 salî bi giranî birîndar kirin.
Penaberê ku li bajarê Halle tê dermankirin di koma deye û hîna rîska jiyanî derbas ne kiriye. Ji 9 Neonazî yên ku piştî êrîşê hatin binçavkirin tenê 3 ji wan hatin girtin. Di derbarê wan de lêpirsîna hewildanên kuştinê hat destpêkirin, ji êrîşkaran du jê polîs di qeyida wan de “ rastgirên tund” hate bi cihkirin.
Li eyaleta Sachen-Anhaltê ku li rojavayê Elmanyayê ye, gelek caran êrîşên nîjadperestan rû didin. Tevî vê yekê jî, rêveberiya eyaletê bernameya ji 3 milyon Euro'yî ya hikûmeta federal ji bo pêşîgirtina li êrîşên nîjadperestiyê amade kiribû, bicih nîne. Bi vê bernameyê re tê xwestin, ciwanên ketine nava derdorên Naziyan werin perwerdekirin û li civakê werin vegerandin.
Li gorî qeydên polîsên Elman ji sala 1990 heya 2011’ê 60 kesan di encama êrîşên nîjadperestan de jiyana xwe ji dest dane. Lê belê li gorî qeydên rêxistinên civakî yên sivîl di heman demê de hejmara yên li rastî êrîşê hatine, derdora 184’an e. Wekî din jî di zanyariyên 2012’ê yên Wezîrê Karên Hundir de êrîşên pişt dide rastgiran zêde bûne. Li gorî vê di sala 2012’an de bi zêdebûna ji sedî 1,7, 842 bûyerên şidetê rû dane.