Li Rûsyayê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, li şehîdgeha PKK’ê merasîmeke bibîranînê li dar xistin.

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, li şehîdgeha PKK’ê ya li herêma Yaroslavlê merasîmeke bibîranê li dar xistin. Merasîm bi pêşengiya saziyên Kurd ve li goristana şehîd Tayhan û Şehîd Cehat bi beşdarbûna Kurdên li Moskova, Yaroslavl, Nîjnî Novgord û gelek herêmên din dijîn, pêk hat. Nûnerên Tevgera Jinên Kurd (TJNK), Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Rûsya, Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navnetewî û Rêxistina Civaka Êzidî ya Rûsyayê beşdarî merasîmê bûn. Li ser navê malbatên şehîdan jî 2 malbatên ji Bakurê Kurdistan û Ermenîstanê beşdarî merasîmê bûn.

BERXWEDAN HATE SILAVKIRIN

Serokê UKTKB Arîf Azmanî axivî û got bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan, Kurdên li Rûsyayê dijîn  careke din ji nû ve dayîk bûn.

Nûnerê Federasyona Bakurê Sûriye ya Rûsyayê Reşad Benava jî qala destkeftiyên Kurdan û Rojava kir, berxwedana Efrîn û Kobanê jî silav kir.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd BDT, seroka Organîzasyona ‘Viyan’ a Jinên Kurd ên li Moskovayê Tera Qadir axivî û got pêwîstiya gelê Kurd di vê demê de bi yekîtiyê heye. Qadir bi bîr xist ku  azadiya Ocalan rojeva wan a sereke ye.

Serokê Rêxistina Civaka Êzidî ya Rûsya Agît Şamoyan jî axivî û wiha got; “Hemû kes li gorî pêdiviyên xwe ji bo welatê xwe alîkariyek biçûk bike wê Kurdistan bigihêje azadiyê.”