Pîrozbahiyên 34’emîn salvegera PKK’ê duh êvarê li paytexta Moskowa Rûsyayê starta xwe da. Pîrozbahî bi sînevîzyoneke ku dîrok û girîngiya PKK’ê vedigot hat dest pêkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Serokê Saziyên Kurd a Rûsyayê Mîrab Şamoyev axivî. Şamoyev di serê axaftina xwe de Rêber Apo û berxwedana gel ya çar parçeyên Kurdistanê silav kir û diyar kir ku, damezrandina PKK’ê ji bo kurdan vejîneke nûye. Şamoyev wiha pê de çû: “PKK 33 sal berê hat damezrandin. Dema mirov li kurdên wê demê û ya îroyîn dinêrin cudahiyeke gelek mezin navberê de heye. Ya zehmet ne dagirkirina ax û gele, ya zehmet eve ku dagirkirina ruh û zîhne. Wê rojê partiyek hat avakirin. Bi pêşengiya Rêber Apo ji bo guherîna dîroka Kurd û Kurdistanê partî hat avakirin. Hemû kesî li ser hebûna me bazar dikir. Edî Kurd nemabû. Lê îro Kurd gihiştiye qonaxa ku em bê statu najîn, em dixwazi li ser xeta xwe bijîn.”
Şamoyev got, ew bang li Rûsya Ewropa, Amerîka û hemû cîhanê dikin ku, hûn bi tune hesibandina PKK û 40 milyon kurdî nekarin çareseriyê pêk bînin û got: “Cihê çareseriyê diyare. Rêber Apo ye. êdî hemû cihan vê dizane. Hûın baş dizanin. Kurd ne terorîstin. Êdî vê rastiyê bibînin. Em bi berxwedana Sûriyeyê û ya Zindanan careke din bang li cîhanê dikin, êdî hun nikarin me parçe bikin. bila dost û dijminê me vê bizane.
Ligel hunemendên herêmî, hunermend Zelal Gokçe ku ji Kurdistanê hatibû û Abbas Ahmet ku ji Ewropayê hatibû derketin ser dikî.