Li Rûsyayê komplo hate şermezarkirin

Li bajarê Mîçûrînskê yê herêma Tambovê ya Rûsyayê komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Li bajarê Mîçûrînskê yê herêma Tambovê ya Rûsyayê komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Kurdên li bajarê Mîçûrînskê yê Rûsyayê dijîn bi civînekê komplo şermezar kirin. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Endama TJKN’ê Fatma Arîn di civînê de axivî diyar kir ku di bingeha hemû şerên li Rojhilata Navîn komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Arîn got ku, “Hewldanên hêzên emperyalîst ên ku dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, bi komploya li hemberî Rêber Apo dest pê kiriye lê Rêber Apo diyar kiriye ku em li hemberî van hêzên emperyalîst asteng e û ji ber vê jî komplo li Rêber Apo hatiye kirin.”

Arîn axaftina xwe wisa domand: “Niha jî di 5 salên dawîn de tu agahî ji Rêber Apo nayê stendin û bi hevkariya hêzên navneteweyî tecrîda heyî girantir bûye. Li hemberî û komployê divê têkoşîn were geşkirin. Dijminên Kurdan dixwazin têkilia di navbera gelê Kurd û Rêber Apo de qut bikin û lê ew ê dijmin tu carî nikaribe bi ser bikeve.”