Li Rûsyayê êrîşa bombeyî
Li Rûsyayê êrîşa bombeyî
Li Rûsyayê êrîşa bombeyî
Li bajarê Pyatîgorsk a Rûsyayê bi wesayiteke bomberarkirî êrîş pêk hat û 3 kes mirin gelek kes birîndar bûn.
Teqîna di saetên êvarê de pêk hat, çaleke ku nêzî metreyekê bû vekir. Hêzên ewlehiya herêmê, diyar kir ku kesên mirine jî welatiyên sivîl bûne.
Hat hînbûn ku ev kes di rêde derbas dibûn û hat hînbûn ku zirarek mezin daye derdorê.
Li gorî polîsan 50 kîlo TNT hatiye bikaranîn û ji bo kesên ev êrîş pêk anîne bê girtin xebat dane destpêkirin.