Li Rusya balefira kargo ket xarê

Li Rusya balefira kargo ket xarê

Li herêma Sibîrya a Rusya yê li bajarê Novosibirsk balefira kargo An-12 rabû hewa û li bajarê İrkutsk yê li herêmek ya leşkerî biser depoyekî de ket xarê. Li gorî çapemeniya Rusya, 11 kes jiyana xwe jidest dane û 13 kes jî birîndar bûne.

Qeza li gorî saeta Moskowa yê di 16:00’an de rûdaye. Hate zanîn ji beriya balefir bikeve, ragihandine ku pirsgirêkek teknîkî heye û piştî demekî peywendî bi balefirê re qût bûye û ketiye xarê.

Lê hîna bi awayekî fermî sedemê ketina balefira kargo nehatiye aşkere kirin. Li gorî zanyariyên destpêkê 11 kes jiyana xwe jidest dane û 13 kes jî birîndar bûne.