Li Roma û Graz berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn

Li Roma û Graz berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Ewropayê bi aktîvîteyên cur bi cur tên bîranîn. Ji kadroyên pêşêng ên PKK’ê Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên di 14’ê Tîrmeha sala 1982’an de li Zîndana Amedê li hemberî êşkence û zextan dest bi Rojiya Mirinê ya Mezin kirin û çûn şehadetê li paytexta Îtalya Roma û bajarê Graz ê Awusturya bi aktîvîteyên hatin organîzekirin hatin bîranîn.

Akîvîteya li Romayê li Komeleya Ararat pêk hat. Di aktîvîteya ku gelek kes beşdar bûn de li ser rol û girîngiya 14’ê Tîrmehê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de ku behsa jiyan û kesayeta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hat kirin wiha hat gotin: “Çalakiya van rêhevalan garantiya dahatûya me ye. Ji ber ku wan di nav şert û mercên herî dijwar de heta nefesa xwe ya dawî têkoşiyan.”

Bîranînek jî bi heman armancê li bajarê Graz ê Awusturya pêk hat. Di Komeleya Kurd a Graz de aktîvîteya bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan destpê kir. Di aktîvîteya ku gelek Kurdistanî beşdar bûn de, hat destnîşankirin ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê di têkoşîna azadiya Kurdan de xîmên esasî ne û wiha hat gotin, “Ji niha û şûn ve wê gelê Kurd bi ruhê yekîtiyê li bîranîna berxwedêrên Zîndana Amedê û şehîdên Kurdistanê xwedî derkeve.”