Li Rojhilat kolberekî jiyana xwe ji dest da, 2 kolber jî birîndar bûn

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di meha Çileyê de kolberekî jiyana xwe ji dest da, 2 kolber jî birîndar bûne.

ÊRÎŞA LI DIJÎ KOLBERAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, rapora têkildarî êrîşên di meha Çileyê de li dijî kolberên Kurd hatine kirin, eşkere kir.

Li gorî raporê di meha Çileyê de li sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd jiyana xwe ji dest da, li sînorên Serdeşt û Merîwan jî 2 kolber birîndar bûne.

Li gorî raporê, kolberê Kurd ê bi navê Îdris Nadirî li sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber hewaya sar, jiyana xwe ji dest da.

Di raporê de hate ragihandin ku li sînorê Serdeşt ji ber gulebarana hêzên Îranê kolberê bi navê Şahîn Resul Pur birîndar bûye, kolberê bi navê Mihemed Reîsî jî li sînorê Merîwan ji ber êşkenceya hêzên Îranê birîndar bûye.