Li Rojavayê Kurdistanê Navenda Asayîşa Jinê

Li Rojavayê Kurdistanê Navenda Asayîşa Jinê

Li Rojavayê Kurdistanê yekemîn Navenda Asayîşa Jinê bi alîkariya Yekîtiya Star hate vekirin.

Ji Rojavayê Kurdistanê piştî avakirina Desteya Bilind a Kurd, gelek sazî û dezgehên civakî, saziya zimanê kurdî, hêzên parastina gel û hêzên ewlekariya sivîl hatin avakirin, di nava wan hemuyan de jinê jî cihekî xwe yê sereke û girîng girt.

Niha jî di gelek sazî û xebatan de jin serkêşî û pêşengtiyê dike. Di avakirina sazî û dezgehan de yek ji saziyên sereke ji bo ewlekariya sivîl asayîşe û di destpêka avakirina hêzên ewlekariya sivîl a asayîşê de jinê jî cihê xwe girt û niha jî navenda xwe ya xweser weke hêzên ewlekariya sivîl bi alîkariya Yekîtiya Star li bajarê Kobanê bi merasîmekê vekir.

Merasîma vekirina navendê bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, piştre endama rêveberiya navanda Asayîşa jinê li Kobanê Melîha Ebdula axivî û vekirina navendê li jinan pîroz kir û wiha dewam kir: ”Mafê jinê ye ku xwe birêve bibe, ji ber ku jin hêza civakê ya serekeye û jin jiyanê birêve dibe. Lewre pêwîste jin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike û biryarên xwe bi xwe bistîne, ev navend jî gava yekemîn e ji bo avakirina sîstem û rêxistina jinan.”

Ebdula, got ku asayîşa jinê wê karibe jinan ji tundî û çewisandinan biparêze.

Endama Yekîtiya Star Peyman Ehmed jî axivî û vekirina navendê li jinan pîroz kir. Ehmed, diyar kir ku jina Kurd bi îrade û tekoşîna  xwe ya azad dikare xwe ji tundî û çewisandinê biparêze.

Her wiha Îsmet Xelîl rêvebirê asayîşa giştî ya Kobanê, Ehmed Şêxo bi navê Meclîsa bajarê Kobanê jî axivîn û bal kişandin ser rol û girîngiya  asayîşa jinê.

Navend ji hêla dayika şehîd Dilşêr û Dayika şehîd Şiyar ve hate vekirin.

Li navenda asayîşa jinê ya Kobanê 30 endamên jin cihê xwe digirin û bi hemahengiya asayîşa giştî ya Kobanê re erkên xwe yên parastinê pêktînin.