Li Rojavayê Kurdistanê bingeha perwerdeya Kurdî xurt dibe
Li Rojavayê Kurdistanê bingeha perwerdeya Kurdî xurt dibe
Li Rojavayê Kurdistanê bingeha perwerdeya Kurdî xurt dibe
Li bajarê Kobanê vekirina Dibisatanên zimanê Kurdî bi derfetên herî kêm di 26ê gulana 2011’an de, bi vekirina dibistan Şehîd Osman dest pêkir, Dibistana biçûk ji 2 ode û çend mamosteyan pêk hat. Piştre Dibistana Şehîd Heqî û dibistana Şehîd Mezlûm ku roleke mezin di fêrkirina zimanê Kurdî de lîst.
li Kobanê Sê dibistanên ku hatin vekirin bûn bingeha avakirina Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku di 10 ê tîrmeha 2012’an de navenda xwe vekir.
SZK' kar û barên xwe li navenda Çand û Huner ya Baqî Xido birêve dibê. Hijimara endamên saziyê gihiştiye 200 kesî, 154 ji wan dersên zimaê kurdî li ser sê astan didin, asta destpêkê, rêzimana Kurdî û dîroka toreya Kurdî.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK), li 10 gundan şaxên xwe vekirin û li 200 dibistanî dersên zimanê kurdî tên dayîn.
Di vê salê de li kobanê û gundên wê 1200 şagirtî bawernameyên xwe girtine, herweha 17 hezar şagirt tevlî ezmûna zimanê Kurdî bûne.
SZK'ê li Kobanê 2 endamên xwe tevlî Komîteya Amadekirina Rêbazên Fêrbûnê ya Rojava kirine. Herweha SZK’ê li Kobanê amadekariyên avakirina Akademiyên ziman û peymangehên mamosteyan dike. Ji bo rêbazeke fêrbûnê ya hevbeş li tevahî Rojavayê Kurdistanê were bi cihkirin wê bi Desteya Bilind a Kurd re têkevê têkiliyan.