Li Rojava dema zeytûnan
Li Rojava dema zeytûnan
Li Rojava dema zeytûnan
Li Rojavayê Kurdistanê, şoreşa ku beriya salekê destpê kir di qada çandiniyê de jî berheman hildiberîne. Li herêma Efrînê ku bi zeytûnê xwe navdar e, amadekariyên çinîna zeytûnan û çêkirina zeytê destpê kirin.
Li herêma Efrînê meha Cotmehê demsala çinîna zeytûna ne. Bi çinandina zeytûnan re xebatên çêkirina zeyta zeytûnan jî destpê dike. Di vê çarçoveyê de li kargehên çêkirina zeytê ku di nava şêniyên herêmê de weke Masere têne binavkirin, liv û tevger zêde dibe. Lê ji ber êrîş û ambargoya li ser herêmê tengasî jî derdikevin.
Xwediyên Masereyan diyar kirin ku ji ber ambargoya li ser herêmê ew nikarin gelek pêdivî û alavên pêwîst peyda bikin, her wiha tenekeyên zeytê, tilîs û heqdestê karkeran jî buha bûye.
Welatiyê bi navê Reşîd Hesen yê ji navçeya Raco ku ev 60 salin karê çêkirin zeytê zeytûnan dike diyar kir ku îsal gelek astengî li pêşiya karên wan hene. Hesen, da zanîn ku ji ber ambargoyê hemû pêdiviyên wan bûha bûne û got: “Buhayê tenekeyên vala berê180 lîre bû, lê îsal bûye 500 lîre, her wiha heqdestê karkeran ji 500 lîreyî derketiye 1000 lîre. Dîsa tilîsên 100 kîlo tune ne, lewre em neçarin ku tilîsên 50 kîlo bikar bînin.”
Li herêma Efrînê li her navçeyekê bi dehan masereyên zeytûnan hene. Li navçeya Raco jî 20 masere hene, lê tenê 12 hatine amadekirin, yên din ji ber kêmbûna alavan û ambargoya li ser herêmê nikarin amadakariyên xwe pêk bînin.
Li astengiyan jî welatiyên Efrînê bi derfetên heyî amadekariyên xwe didomînin. Jinan li şûna çadirên ku her carê di bin darên zeytûnan de radixistin, niha paçikên kevin dirûtine û raxiste bin daran. Her wiha ji ber kêmbûna tenekeyên zeytûnan, jinan tenekeyên sala bihorî şûştin da ku karibin wan dîsa bikar bînin.
AXA DEWLEMEND A ROJAVA
Tê texmînkirin ku nifûsa Kurdên li Sûriyê 3,5 mîlyon e. Ev jî zêdeyî ji sedî 15 ê nifûsa Sûriyê ye. Jİ van, nêzî nîv mîlyonê li paytext Şamê, di destêpka pevçûnan de jî 600 hezar jî li taxên Eşrefiye û Şêx Maqsût ên Helebê dijiyan. Ji ber pevçûnan, beşeke ji nifûsa li Helebê neçar ma koçî Rojavayê Kurdistanê bike.
Rojavayê Kurdistanê ku xwedî klîmayeke hewaya nerm e, di heman demê de qadeke dewlemend a çandiniyê ye. Berhemdariya zeytûnên Efrînê têra xwedîkirina tevahiya Sûriyê dike. Rojavayê Kurdistanê her wiha di warê genim, garis, ceh, nok, zebze, biharat û komira êzingan de herêmeke dewlemend e.
Ji axa Rojavayê Kurdistanê ku bi çavkaniyên xwe yên av, petrol û gazê tê naskirin, çemên Dîcle û Firat tê re derbas dibin. Çavkaniyên petrol û gazê li herêma Cizîrê ne. Lê belê Kurdan heta niha nekarîbû ji dewlemendiya binê erdê ne jî serê erdê ya axa xwe sûdê werbigirin. Rêveberiya Şamê dest danî ser hemû dewlemendiyên wan û li bajarên din ên Sûriyê hatin bikaranîn. Li herêmê febrîqe, rafînerî û zanîngeh nîne. Di sala 1962'an de d, çarçoveya polîtîkaya Kembera Ereb de Kurd neçarî koça girseyî hatin hiştin.