Li Rojava dema berhevkirina pembo destpê kir

Li Rojava dema berhevkirina pembo destpê kir

Li Rojavayê Kurdistanê ku wekî cihê çandiniyê tê zanîn, piştî çinandina genim, demsala çinandina pembo jî destpê kir. Çotyar pemboyê ku 6 meh beriya niha çandibûn, êdî dihilînin, lê îsal ji ber şer û pevçûnan çandin zêde nehate kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê ku di warê çandiniyê pir dewlemend e, piştî genim herî zêde pembo tê çandin. Pemboyê ku di dawiya meha Adarê de hatiye çandin, piştî 6 mehan êdî tê hilanin. Pembo ji bo ku berhemek baş bide, li cihên ku ava wê zêde ye tê çandin û heta tê hilanin ji paqijkirina gihayên bi zirar, dermankirinê heta avdanê gelek ked têdayîn. Di dawiya meha Tebaxê de ku pileya germbûnê dadikeve, avdana pembo jî tê kêmkirin û piştî demekê bi temamî av li ser tê birîn.

Bi qutkirina avê gûzên pembo vedibin û di dawiya meha Îlonê de dest bi berhevkirina wê tê kirin. Komkirina pembo jî 2 caran çêdibe. Destê yekemîn ê pembo ji destpêka meha cotmehê ve tê hilanîn û ev pembo wekî cureyê baş tê zanîn. Piştî vê komkirinê, pembo dîsa berê xwe digire û heta 20 rojan dîsa tê komkirin. Lê pemboyê destê duyemîn qasî yê destpêkê baş nîn e.

Ger ku berhema pembo ya salê gelekî baş be, wê demê li hinek cihan cara 3'yan jî pembo berê xwe digire û tê komkirin.

Berhevkirina pembo li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi destan tê kirin. Ji berbanga sibehê ve heta berê varê karker di nava zeviyan de pembo berhev dikin. Piştî çinandinê pemboyê tê komkirin dixin tûrên mezin û wan vediguhêzên derveyî zeviyê.

Li Rojavayê Kurdistanê ku pemboyê herî baş lê tê hilanin, li her  donimekê ji 350 heta 500 kîloyan pembo tê bidestxistin. Lê ji ber siyaseta ku rejîmê heta niha dida meşandin, berhem gelekî kêm bû. Her wiha ji ber ku fabrîqe tunebûn, rejîmê pemboyê welatiyan bi buhayeke pirr erzan dikirî. Lewre gelek welatî neçar diman ku dest ji çandiniya pembo berdin.

Di du salên dawî de jî berhema pembo ji ber rewşa aworte, şer û tunebûna pêdiviyan, her wiha buhabûnê, zêdetir daket. Êrîşên komên çete yên ku di çend mehên dawî de li Rojavayê Kurdistanê didin meşandin jî li pêşiya çandina pembo astengiyek din bû.

Berhema ku tê bidestxistin jî heta niha diçû fabrîqeya li bajarê Helebê û Hesekê. Lê fabrîqeya bajarê Helebê ji destpêka sala 2012'an ve hate şewitandin, ya bajarê Hesekê jî di demsala buhara borî de hate şewitandin.

Ji ber rewşa heyî, xwediyên pembo jî nizanin ka dê pemboyê xwe bidin ku derê. Derbarê mijarê de komîteya aborî ya Rojavayê Kurdistanê ketiye nava hewldanan û ji bo alîkariya çotyaran xebat daye destpêkirin.