Li Roboskî 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin
Li Roboskî 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin
Li Roboskî 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin
Li gundê Roboskî yê Qilabanê ku 34 ciwanên Kurd lê hatin qetilkirin, 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin. Malbatên xizmên xwe wenda kirin gotin: “15’ê Tebaxê ji bog elê kurd wek rojê vejiyaye.
Malbatên RoboskÎ her Pêncşemê ji bo kujerên zarokên wan bê dîtin û her wiha zarokên xwe yên ku bi balafirên şer ên Tirk hatin qetilkirin bîr bînin, duh ji bo 15’ê Tebaxê li hev civiyan.
Malbatên ku 29’emîn salvegera 15’ê Tebaxê pîrozkirin, li ser navê malbatan Hîkmet Alma yên ku birayê xwe Nadîr Alma di komkujiyê de wenda kir axivî.
Alman wiha got: “Bi hezaran salin li dijî gelê Kurd polîtîkaya mêtîngeriyê pêk tê. Di salên 80’î de ev pêkanîn ya herî dijwar bû. Gelê Kurd hatibû tunekirin û bi pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd wek rojê ji nû ve vejiya. Îro 29’emîn salvegera cejna vejînê ya gelê Kurd e. Bila hemû gelê Kurd pîroz be.
Li ser gorên kesên jiyana xwe ji dest dan axaftina hatin kirin û piştî vê di saetên êvarê de sînevîzyoneke ku 15’ê Tebaxê vedigot hat nîşan dan.
Malbatên Roboskî bi wesîleya 85’emîn hefteya komkujiyê nirxandina rojan Pêncşemê dê îro bike.