Li Reqayê 4 zarok bi teqîna guleya doşkayê birîndar bûn

Li Reqayê 4 zarok bi teqîna guleya doşkayê birîndar bûn

Li taxa Mehetê ya Reqayê ku piraniya şêniyên wê kurdin 4 zarok di encama teqîna guleyek doşkayê de birîndar bûn.

Li taxa Mehetê ya bajarê Reqa yê Sûriyeyê ku piraniya şêniyên wê kurdin dema 4 zarokan dilîstin, guleyek doşka di nava wan de teqiya. Di encamê de 4 zarokên bi navê Mihemed Eqreb, Ehmed Eqreb, Mihemed Fahî Mistefa û Enwer Bekir Mistefa birîndar bûn. Zarokên birîndar rakirin nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê.