Li Rennesê komkujiyên Roboskê û Mereşê hatin protestokirin

Li Rennesê komkujiyên Roboskê û Mereşê hatin protestokirin

Kurdên li bajarê Rennes a Fransayê dijîn, ji bo komujiya Roboskê û Mereşê şermezar bikin meşek pêk anÎn.

Bi sedan kesên li qada Colombîa hatin cem hev, heta qada Republîque meşiyan.wêneyên kesên di komujiyê d ejiyana xwe ji dest dan hatin hildan û pankar hat vekirin.  Li ber sê televîsyonên fransayê çalakiya runiştinê pêk hat.

Piştî meşê di axaftinên hatin kirin de  hat diyar kirin ku meha kanûnê dê wek meheke ku Tirkiyeyê komkujî pêk aniye bê bibîranîn.  Her wiha hat gotin ku piştî komkujiyê tu tiştek nehat kirin û kujer nehatin cezakirin.